DerlediklerimizGüncel

VEDAT YELER | Hovanes: Ermen hîn jî wek “Bafille” tên bi navkirin

Ji ber 106emîn salvegera jenosîda (nijadkujî) Ermen me bi şervanek Tabura Şehîd Nubar Ozanyan Desîl Hovanes re hevpeyvîn kir.

Desîl Hovanes di vê hevpeyvînê de di derbarê gelek mijarên rojane û dîrokî de li ser navê T.Ş. Nubar Ozanyan axivî. Lê ji ber hinek derfetên ku didestên me de nebûn ev hevpeyvîn ji bo weşanê hinek dereng ma.

Desîl Hovanes têne ziman ku malbata wê ji Ermenên Sason in, û di dema jenosîda Ermen de koçê Serêkaniyê kirine. Desîl 29 salî ye û li ser parastina gelê xwe di nav şer û xebatên Tabura xwe de cih hildide.

Damezirandina Tabura Ş. Nubar Ozanyan di 24ê Nîsana 2019an de li ser 104emîn salvegera jenosîda Ermen li Rojava hate îlankirin. Ozanyan kesek ji gelê Ermen e, û di 14ê Tebaxa 2017an de li Rojava şehîd ket. Dîroka Ozanyan ji Filistînê heya Rojava bi awayek enternasyonal bi rêxistina TKP-MLê re didome.

‘Hûn ne ji me ne’

Desîl diyar kir ku di dema jeosîda Ermen de çekên Ermenan tinebûn, leşkerên Osmanî dest dabûn ser hemû çekên Ermen û ji ber vê yekê gelê Ermen nikaribûn xwe di wê demê de biparastina. Bal kişand ser rewşa zarok û kesên Ermen ên ku di wê demê de ji jênosîdê xilasbûne û wiha anî ziman: ‘Piştî jênosîdê zarokên Ermen ên bêxwedî li Rojava an bûn Kurd an jî bûn Ereb. Hîn jî hinek gotin wekî “Bafille” ji bo Ermenan tê bi kar anîn. Ango dixwastin û dixwazin ku bidin xuya kirin; ‘Hûn ne ji me ne.’ Li ser vê yekê Desîl Hovanes wateya rojevê li gorê rewşa niha wiha diyar kir: ‘Bi damezrandina Rêveberîya Xweser a Rojava re gelên Ermen edî dikaribûn rexistina xwe û artêşa xwe ava bikin. Di vî wateye de avakirina T. Ş. Nubar Ozanyan hem aliye parastina cewherî a gelê Ermen, hem jî aliye rexistinbûna birdozî de pir girînge. Ji ber ku Ermen 106 sal berê xwe neparastin û qir bûn. Îro bi tabura xwe ve dikarin xwe biparêzin.’

Desîl di derbarê hebûn û xebatên taburê de jî ev hevokan da rêzê: ‘Ji destpêke de em pir kêfxweş in ku tabura me heye. Ku taburekî Ermen tine ba me nikaribû xwe ev qas nas bikira û ev qas gelê Ermen nikaribûn bihatana ba hev.

Me berê digot tenî em wek Ermen li Rojava ne. Lê piştî ku tabur avabû, me dît ku Ermen pir in û di nav gelên Rojava de jiyan dikin. Gelê Ermenî zimanê xwe û olê xwe wenda kirine. Piranî bûne misliman. Yên ku nebûne misliman jî xwe di Rojava de weke mêvan dibînin. Niha em perwerdeya zimanê Ermen dibînin û dixwazin vegerin li ser çanda xwe. Li ser vê yekê jî xebatên me ên derveyê leşkerî jî ji bo çande hene.’

Lî gorê 24ê Nîsana sala 1915an û li gorê 24ê Nîsana sala 2021an; têkiliyên gelê Kurd û Ermen… 

Dîroka gelên Kurd û Ermen digêje hezar salan. Her du gelên kevnar jî di heman erdnîgariye de; di encama têkiliyên serdestiyê de di beşên cuda yên dîrokî de; di nav bêbirrînî cûrbicûrbûneyeke de hatine heya roja îro. Heya sed sal berê jî van her du gelan di heman axê de bi hev re jîyan kirine û şahîdiya eş û kefxweşîya hevdu bû ne. Ji ber vê yekê em hemû dizanin ku Osmanî planên xerab kiriye nav têkiliyên gelê Kurd û Ermen. Piştî Osmanî, Îttihat û Terakkî vê planê li ser milê xwe girt, û nijadkujiyê tînin heya 2emîn şerê parvekirinê yê emperyalîst û nijadkujî bi piranî encam bû.

Di Kurdistanê de ji van komkujiyan re Alayên Hemîdiye û begên Kurd jî bi şewazekî jîr alîkarî dan û cihe xwe di talan kirine de jî girtin. Ev mîjar  wek dîrokî di navbera gelê Kurd û Ermen de bû xalêkî şikestî. Heya a niha jî em rêça vê mijarê dibînin. Ev kêşîya dîrokî di navbera gelan de bû pêşbiryarekî dîrokî. Zanistiya gel çiqas jî zanistîyekê jixweber jî be; berdewamiya wê heye.

Ji ber van têkiliyên dîrokî û rojev T.Ş. Nubar Ozanyan çi peywiran dide pêşîya xwe? An jî, niha vê yekê bi çi awayê bi rê ve dibe? 

Ş. Nubar Ozanyan wekî berhemê vê pêwistiyê derket holê. T. Ş. Nubar Ozanyan bi gelên din re destkeftiyên Şoreşa Rojava diparêze û parastina cewheriya gelê Ermen e. Ji bo ku rêxistinek leşkerî ye, û xebata taburê jî divê di nav qada leşkerî de were pênasekirin. Ji ber vê yekê erkêkî du alî heye. Wekî min got; di aliyekê de li dijî çeteyên dagirker parastina şoreşa Rojava dike û aliyekê din de jî parastina cewherî ya gelê Ermen e. Li ser vê yekê T. Ş. Nubar Ozanyan di nav QSD de cihê xwe digire, di heman demê de bi rêxistina leşkerên gelên din re jî di cephe de mil bi mil ber xwe dide.

Di dîroka TKP-ML TÎKKO de gelek şoreşgerên Ermen wekî Armenak Bakirciyan, Nubar Ozanyan…  cih hildane. Li ser vê yekê 24ê meha Nîsanê di aliyek din de jî vê wateyê li xwe dinixîmîne, û hûn di herdu aliyan de têkiliya roja 24ê Nîsanê li ser nijadkujiyê û damezrandina TKP-ML çawa dinirxînin?

TKP-ML li ser derketina çekdarî ya şoreşgerî a sala 71an hate avakirin, û ev jî li ser rêbertîya rêheval Îbrahîm Kaypakkaya hate afirandin. Kaypakkaya dema ku bingehên bîrdoziya partiyê danîn, ji heya paşxaneya dîrokiya erdnigariyê ya ku lê bûye re dikaribû ji aliyek din ve bibîne. Her wiha, ji bo pirsgirêka Kurd xebatekê bi hêz ya rêhevalê Kaypakkaya hebû. Lê li berê Kaypakkaya çiqasî anîbûne ser ziman jî; rêhevalê Kaypakkaya bi bingehek soreşgerî ve pirsgirêkê wek teorîk danî holê. Ev yek taybetmendiya rêhevalê Kaypakkaya ji yên din cuda dike. Mînak tehlîlên ku wî li ser pirsgirêka netewî pêşkeş kiriye. Her wiha em dikarin vê mîjarê ji bo pirsgirêka Kemalîzme jî bixwînin. Ew rêberê tenê yê serdemê ye ku  ji bandora Kemalîzmê sax maye.

Li ser vê yekê qasê ku em dizanin yê di kelêkê pirsgirêka Kurd de, pirsgirêka Ermen jî aniye ziman, rêhevalê Îbrahîm Kaypakkaya ye. Yê din çi qas jî di derdorê pirsgirêka Kurdan de zivirîne û kêm û zêde peyvan gotine; lê belê ji bo pirsgirêkê Ermen tiştêkî ne gotine. Rixme ku rêhevalê Kaypakkaya kêm jîyan kir; dîsa jî ji bo pirsgirêkê Ermen hevokên hêja yên komunîstek gotiye. Dîyare ku dema wî nema ku ji bo li ser pirsgirêkê Ermen bixebite; lê belê bi pîvana têgênkirina pirsgirêkê re veqatandine xuya kir.

Îbrahîm Kaypakkaya bi nêrina xwe ya cihanê re wek dîrokî mîratêkî hişt. Lewma di nav ciwanên Ermen a wî serdemê de TKP-ML bal kişand.

Ji bo mîjarê têkiliyê di navberê damezrandina TKP-ML û nijadkujî de di destê me de belgeyêkî nîne. Lê belê bi mercêyên ku TKP-ML damezra û ji raste nijadkujî re hat, ev gelekî bi watedar e. Ev ji dewleta Tirk a faşîst re bersiv dayîne, soreşgerî ye.

Her wiha Ş. Nubar Ozanyan li ser vê têkilîyê çi bandor dike?

Ne tenê Nubar Ozanyan, wekî te jî go; wekî Armenak Bakirciyan Nubar Yalim….  zedetirî vê şoreşger û komûnîst li ser roja 24ê Nîsanê de ji bo me dibin nîşana girêdanbûna berxwedanê. Yên ku hesabê nijadkujiya Ermen bipirse, hilweşandina dewleta Tirk a faşîst e. Dewleta Tirk wekî a niha di cihe xwe de bimîne jî, lê nîjadkujî tu car nasekînî û her tim berdewam dike. Ji ber vê yekê jî watedarê ku Nubar Ozanyan di axa ku li ser nijadkujî çêbû de pakrewan bû. Nubar Ozanyan ne tenê li dijî çete şer kir. Her wiha bi zihniyeta tecavûzcû, kujer, faşîst ku rih dida ji nîjadkujî re jî şer kir, û ji bo ku nîjadkujiyên nû çê nebe, canê xwe fêda kir. Gelên li vir bi vê awayê wî nas kirin, û ji ber vê  Nubar Ozanyan bi taybet ji bo gelên Ermenî bûye wek nasnameyek.

Di nav têkilîya kurdan û ermenan de hûn bandora Ş. Nubar Ozanyan çawa dibînin û dinirxînin?

Di nav gel de Nubar Ozanyan wekî pirekî ye. Şikestina pêşbiryara di nav gel de wî diyar kir ku li dijî dijminê hevpar bi hev re şer tê kirin. Hêza dijmin hinek jî ji parçê bûyunê gel tê. Di dîrokê de hemû gel tenê ji bo êşa xwe giriya ye. Nubar Ozanyan ji gelên Kurd û Ermen re ravê kir ku êşa me hevpar e, û ev her wiha tê vê wateyê; dema ku em bi hev re şer bikin em ê bi serkevin. Nubar Ozanyan vê bi pratîkên xwe ve pêşandan.

Jinên Ermen çekên xwe ji bo parastina cewherî radikin

Desîl Hovanes li ser wateya rojê gotinên xwe wiha bi dawî anî: ‘Em serbilindin ku taburekî Ermenî heye. Li hemû cîhanê behsa tabura me tê kirin. Em jinên Ermen li dijî dagirkerî, bavîksalarî û tundiya li ser jinê, çekê xwe ji bo parastina cewherî radikin. Em li hemberî dijmin edî xurt in. Bila hemû cihan tu car nijadkujiya Ermen ji bîr neke û divê hemu gelên bindest di bingehê parastina cewherî de xwe rêxistin bike. Faşîzm wê têk biçe, gelên bindest wê serkevê.’

(Kaynak: https://www.nupel.online. 4 Mayıs 2021)

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu